Civîka gewr ser darê ye
Gula darê xweş veda ye
Rengê gulê pir xweşike
Hez û evîn, eşq nav de ye
Yar, mîna gula darê ye
Dilê bêkes bo yarê ye
Xwezil bihar get neqede
Dengê yarê zengilî ye
Gul, gulpikên ser darê ye
Çav qîçînî ya yarê ye
Ew kêsê bêje yara min
Ew kes, kesekî hêja ye
Yar, hersal were baharan
Ey yara gulîlka daran
Bendî te me, roj û şevan
Bi her zeman bi her caran
Kew, kevokên li ser deştê
Dengê yarê li min xweş tê
Bila yar min dûr nekeve
Ezê bimirim li bestê
Stenbol
Mehmet ÇobanoğluKayıt Tarihi : 3.9.2019 21:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!