Dilê Bêgul Agir e Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dilê Bêgul Agir e

Ez ji bo gula ku diweşe melûl im
Sedema êşa min ji xem ê ye
Bê gul û wek feqîrî yê pir zor e
Caran mirin, caran jî qehirî ye

Gula min, ji gulî yê xwe qetîya
Hêz min nema, ez gul ê hemêzkim
Ji zelûlî yê, dest ê min nagire
Ku ez rabim bi gula xwe têr maçkim

Ev dildarîya min ji gulê re ye
Û neyarên gula min çavnebarin
Ez ji bo gul bi rojan e digîrîm
Her dem, ji çavên min hêsir dibarin

Bihar di nav dema min de derket çû
Navbera dilê min bi kûr birîne
Ez ji bo rewşa gula xwe xemgînîm
Mirin li vir here, me dûr bimîne

Dem li min bû xem, ez bi derdan kal bûm
Li min, dilê min bi evînê dîn e
Bila hemû cîhan min bibihîze
Bê gul û bê şax zeman min re şîn e

Mehmet Çobanoglu
21.12.2023
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.12.2023 15:43:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu