Deşt û robar zozan in
Nav de dengê qîzan in
Dilber jî ket di nav wan
Xweş dibêjin pir zanin
Dibe ku ew bilbil bin
Dorhêlên wan simbil bin
Xweş digerin, dimeşin
Gul, sosinan têr nabin
Ji yek wan jî, dilber e
Pêşmalek jî li ber e
Rû geş û pir bedew e
Fistanê wê sê ber e
Keç û bûk bi hev re ne
Hinar, sêvên Qersê ne
Dilber hevala wan e
Karxezalan çiyan e
Keç û bûkên Kurdan’in
Ew ronahiya çavan in
Qemer, sîsik û zer in
Wekê şitlên gulan in
06.06.2012
İstanbul
Kayıt Tarihi : 6.6.2014 05:32:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!