Belê îro şadîye,dilşahî û dîlane…
Ev roj rojeke xweşe wele bile pir şêne,
Werin werin govendê dîlan dîlan dîlane
Daweta keçameye berderê malameye.
Çi rinde û çi xweşe ev roj me re dewate,
Ez qurbana koma we rabin werin dewatê,
Dîlane û govende pêşberê malameye…
Hoy narê tew narê pir govendeke xweşe.
Werin werin dîlanê ev dawete keçame!
Zava jî pir çelenge zar şêrin,dilovane,
Keçame xebatkare pir jîre û pir delale
Bêndera malame de dewate û dîlane.
Xwezîyame vê rojê pir rinde û şahîye,
Îro me re dîlane dengê def û zirnene…
Bo xatirê bûk,zava rabin werin govendê,
Tev dikevin govendê bireqisin newestin.
Keçame dilêmeye mîna warê axame,
Serê wê de şehira wê wek gula geweze;
Ez qurbana xûya wê qedir qimet dizane,
De ribin werin werin dîlana keçameye.
Ev roj rojeke xweşe lawême dizewice,
Hatin hemû pizmamin xaltî,met û xal,apin…
Çepik çepik û çepik destên xwe jî li hevxin;
Heval,hogir û cînar rabûn hatin dîlane.
13.06.2010
Yildirim
Kayıt Tarihi : 10.6.2010 20:22:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2010/06/10/dilan-19.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)