Dîlane xweş dîlane dengê defê û zirnê ye
Gazî xaltî,meta kin ev dewat keça me ye
Kombun hatin cîwanin keç û xortên cînaran
Bûk û zava xemilîn mase wan de gul hene
Keça me bûka xelqê,lawê me zavê xelqê
Bûk zava pir şêrînin mina hingivê Qers’ê
Destê wan de hine ye dilê wan de evîne
Xweş govende dizvire direqisin vê deqê
Bextê bûkê pir xweşe xwesû ya bûkê xanime
Ne derewe ne vire xwezûrê wê camêr e
Êdî xwîşka me bûke xelatê wê pê de kin
Lo defê xin zirnê xin îro me re dîlane
Dilane xweş dîlane nav qada pêş malane
Çi xweşike û rinde gume guma dilane
Destmalan dihejînin hemû kesk,sor û zer e
Govende û dîlane lîstikên keç û xortane
Bûka me wek kevogan difire per û baskan
Laşê wê pir sivike zava ketîye nav milan
Lîstike û govende em kombûn ev dawete
Lo zava-bûk ba hevin dengê def û zirnê ye.
20.10.2010
Yildirim.
Kayıt Tarihi : 22.10.2010 00:29:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2010/10/22/dilan-14.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!