DİL FİRAR E, EZ PERIŞAN
Ji destê wan, zilfêd bişan
Dil firar e, ez perişan;
Sing ji bo dil bu barkêşan
Dil firar e, ez perişan.
Ji zû ve nayê pêşna dil
Ez hiştime bende û dîl,
Gelo li min kî kir buxtan
Dil firare ez, perişan.
Revî, li paş xwe nenêrî
Cerg li min kir, kerî kerî,
Gelo li cem kî bu mêvan
Dil firar e, ez perişan.
Min çend sal barê dil kişand
Xewa çehvan li xwe revand,
Bi çî rengî, nizam çawan
Dil firar e, ez perişan.
Terke war bu, xeyîdî, çû,
Berê xwe da, singeke nû
Ne war kivşe ne navnîşan
Dil firar e, ez perişan.
Ne birçî bu, ne tazî bu
Yeqîn ji min, ne razî bu
Qayîl ne bu bi nan û dan
Dil firar e , ez perişan.
Nizanim ka sebeb çîye
Bendeyê ber derê kîye
Rojek heye bibe poşman
Dil firar e, ez perişan.
Bi cî hişt, xwinê bi tasek
Ne şewitî bi min qasek
Min avête nav agiran
Dil firar e, ez perişan.
Nizanim xwegirtê kîye
Tebat nake cem her kesîye
Malê li min kirye wêran
Dil firar e, ez perişan.
Çû ,u ez jê, mam bêxeber
Nema vaye dil, min meger
Tev serbori li ber çehvan
Dil firar e, ez perişan.
Rojên dawî ne li emed bu
Rûsar û rû wek cemed bu
Mirazê wî nebu payan
Dil firar e, ez perişan.
Her kes ji min dikin gazin
Dilber ji min hisab dixwazin
Min ne piştgirin, ne piştevan
Dil firar e, ez perişan.
Ne bêjin te wî nehewand
Te şîşên sor di dil de tewand
Dem li min kir axir zeman
Dil firar e, ez perişan.
Tişteke sax li paş xwe nehişt
Sing û pişt û herdu tenişt
Mane sêwî li ber dîwaran
Dil firar e, ez perişan.
Yê min dîtî, kes nebine
Kes dil ji xwe, nexeydîne
Dildar ji min nekin loman
Dil firar e, ez perişan.
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:18:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!