Dil Bendê Te ye Bêguman

Mehmet Çobanoğlu
2558

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dil Bendê Te ye Bêguman

Gel rûbûn, gel ser pîyane
Hebûna gel tim jiyane
Tu gulî û gulperî yî
Reşika te ser çiyane

Her awirên te wek rojane
Wek guzikên ser qajane
Evîna gula qedexe
Dilê min de derd û jane

Te hezdikim, bi her deman
Dil bendê te ye bêguman
Ey dijrabûn azadî
Qedexe nabe, ev ziman

Devê lûlan de qêrîne
Di dayikan de girîne
Ez zanim tu pir xîretî
Ew tiştekî pir şirîne

Guh nedin kesên ker û zext
Wele wext jî me re ev wext
Ew bedenên ketin axê
Ew kes nînin kesên bêbext

Mehmet Çobanoglu
17.10.2020
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 17.10.2020 23:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu