Dijrabûn Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2566

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dijrabûn

Çirûskên nav dilê min de diçirûsin,
Kozir ketin vî canê min ez diqelim!
Hevalno werin werin min şewate…
Rewşa min jî,îro min pir girane.

Çirûskên nav dilê min de agire!
Derdê min şev û rojan dikişe;
Nizanim ez vî kulê kê re bijim?
Hevalno werin werin hêvya we me..

Derdê min jî qasî behra li Wan’ê;
Li qasî çemê Firat jî mezine…
Nizanim ev çi hale serê mine?
Kûçik û gur direyîn,dizûrin ser axa.me..

Way way hewar hewar werin hevalno,
Dilê min dilekî kûr birîndare;
Nav canê min de dîsa dil dinale,
Ser min de agir û şewat dibare.

Dilê min dilekî kul û şîvan e,
Mîna berx û karan kale kale;
Daxwazîya wî jî ax e û welate!
Hebûne û jiyane,Kurdîstan’e.

Delala min şêrîna min birîna min,
Çirûskên nav dilê min û canê min…
Hêvîyê min hevalin û dozvanin;
Yek jî yekîtîya hemû gelan e.

Were were ez qurban heval were,
îro me re dijrabûne,şoreşîye!
Azadîye,serbestiye,aştîye…
Serfirazîya gelê me Kurdan’e.

14.05.2010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.5.2010 15:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Muammer Erdem
    Muammer Erdem

    Ne yazdığını maalesef anlıyamadım da sizin gibi bir üstaddan çıktığına göre muhakkak güzeldir.Saygılar

    Cevap Yaz
  • Şerafettin Muş
    Şerafettin Muş

    bu güzel şiirin yüreğinizin sesini yansıttığına inanıyorum keşke yanında da türkcesini koysaydınız ne iyi olurdu elinize sağlık üstadım saygılarımla

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Mehmet Çobanoğlu