Dil ez hiştim
ji dil
çima mal bar kir.
Tenê hiştim
li mil
barê'm giran kir.
Bê can hiştim
li dil
mala'm wêran kir.
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê.
Bê wê jiyan
li dil
çiqa wek agir.
Bahara can
li dil
rengê xwe rakir.
Çu ye canan
li dil
jiyan tev sarkir.
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê.
Lêv şêrîn ê
li dil
birca'm xirakir.
Gulê dînê
li dil
rahma min rakir.
Gul nesrînê
li dil
çima weha kir.
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê.
Ji xweşiyê
li dil
tiştek nehêlişt.
Ji başiyê
li dil
hemî tev malişt.
Ji êşiyê
li dil
hemî hat runişt.
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê.
Bê wê temen
li dil
çiqa kal bu ye.
Bê wê kefen
li dil
çiqa nêz bu ye.
Bê wê reben
li dil
çiqa jar bu ye.
Tu dibê qey mirin hatî şuna wê.
Kayıt Tarihi : 11.11.2023 20:27:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!