Lê rûşenê, awir germê, tim devkenê
Li van rêzan li van baxan çi digerî?
Dibe ku tu xezal tu kew û kewokî
Li çem û kanî, gul, sosinan digerî
Dibe ku tu bet û quling an bilbilî
Çiqa diçî per û baskan vedigerî
Vê germa biharê, germa havînê de
Li nav van şaxan û baxan de digerî
Min bo te konek vegirt, li ser van çiyan
Dibe ku tu penaberî an koçerî
Mîna berx û karan, mîhan dil tenikî
Dibe ku tu ber kêran ber xençerî
Lê keçê tu azebî an tu pîrekî
Dibe ku tu bêwelat an jî bêwarî
Bi van her çavan ez li bo te digîrîm
Ez hezkerim, perwarim tu min bawarî?
Mehmet Çobanoglu
08.07.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 9.7.2020 01:11:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2020/07/09/dibe-ku-tu-peneveri-an-koceri.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!