Di olê îslamê de cihê Helbes û Helbestva ...

Ekrem Ebis
53

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dİ OLÊ ÎSLAMÊ DE CİHÊ HELBEST Û HELBESTVANA

Helbest fikr û ramana kû di serê însanê bîrewerdeye kû ji nava dil di herike ser ziman û pelên pirtûkan.Helbest hunerekî wisaye mijar û kulê kû dûrî dirêjin bi kurtaî têne ziman.
Helbest hunerekî gelek balkêş û grînge,kû dema olê Îslamê nû hatibû di rewacêdebû,Win dizanin Qur’ana pîroz ne pirtûka helbestêye lê belê bi helbestî hatîye nivîsandin û bi ûslûba wezn û kafîyeke dolemend hatîye nivîsandîn.Ew weznû kafîye bi gelemperi di temame sûretên Qur’ane de xwe dide nîşan.gelo çima bi kafîyeke dolemend hatîye nivÎsandın? Ji xwe win di zanin evê kû şahdîye jê dolemenddar kesek tuneye, ewjî xwedayê mezine.
Qur’an di demeke wisa de hat kû helbestvani di rewacêdebû û di wê demê de bazarê mezin çê dibûn û helbestvanê mezinê bi hûner bi hevre peşbazî dikirin,û evê kû serkeftin şanî didan gelek pere û rûmet kar dikirin
Hatına Qur’anê kû bi helbestvanî hat,gelek muşrîkû kafir şaş û maş bûbûn û gotin têkilîya qasidê xeda û cina bi hev heye.û bi çavê helbestvanîyê li pêxemberê xweda rihentin.Bi vê yekê muşrîka êrişî ser Pêxember kirin.Bi vê sedemê navê helbest û helbestvana di nava Qur’ana pîrozde cîh girt.Di Qur’anê de navê helbestê carekê û navê helbestvanîyê jî penç cara derbas dibe.Mİnak; Me wî hînî helbesta nekir,ew bi kêrî wî nedihat.tiştê kû medayê Qur’ana eşkereye.(Yasin 69 Ayet)
Sûretê şûara di derheqqê helbestvana de nazîl bûye,Di ayeta 224 de bahsa helbestvanê baş û nebaş dike.û ji bû vê yekê navê sûret bûye sûretê helbestvana.

Tamamını Oku

Bu şiir ile ilgili 0 tane yorum bulunmakta