Dİ OLÊ ÎSLAMÊ DE CİHÊ HELBEST Û HELBESTVANA
Helbest fikr û ramana kû di serê însanê bîrewerdeye kû ji nava dil di herike ser ziman û pelên pirtûkan.Helbest hunerekî wisaye mijar û kulê kû dûrî dirêjin bi kurtaî têne ziman.
Helbest hunerekî gelek balkêş û grînge,kû dema olê Îslamê nû hatibû di rewacêdebû,Win dizanin Qur’ana pîroz ne pirtûka helbestêye lê belê bi helbestî hatîye nivîsandin û bi ûslûba wezn û kafîyeke dolemend hatîye nivîsandîn.Ew weznû kafîye bi gelemperi di temame sûretên Qur’ane de xwe dide nîşan.gelo çima bi kafîyeke dolemend hatîye nivÎsandın? Ji xwe win di zanin evê kû şahdîye jê dolemenddar kesek tuneye, ewjî xwedayê mezine.
Qur’an di demeke wisa de hat kû helbestvani di rewacêdebû û di wê demê de bazarê mezin çê dibûn û helbestvanê mezinê bi hûner bi hevre peşbazî dikirin,û evê kû serkeftin şanî didan gelek pere û rûmet kar dikirin
Hatına Qur’anê kû bi helbestvanî hat,gelek muşrîkû kafir şaş û maş bûbûn û gotin têkilîya qasidê xeda û cina bi hev heye.û bi çavê helbestvanîyê li pêxemberê xweda rihentin.Bi vê yekê muşrîka êrişî ser Pêxember kirin.Bi vê sedemê navê helbest û helbestvana di nava Qur’ana pîrozde cîh girt.Di Qur’anê de navê helbestê carekê û navê helbestvanîyê jî penç cara derbas dibe.Mİnak; Me wî hînî helbesta nekir,ew bi kêrî wî nedihat.tiştê kû medayê Qur’ana eşkereye.(Yasin 69 Ayet)
Sûretê şûara di derheqqê helbestvana de nazîl bûye,Di ayeta 224 de bahsa helbestvanê baş û nebaş dike.û ji bû vê yekê navê sûret bûye sûretê helbestvana.
Dema kû olê îslamê hat,sê heb helbestvanê mezin û hevalê Qasidê xweda hebûn.Evana ê yekemîn Abdullah bîn rewaha,ê dûyemin Hassan bîn sabit,û ê sêyemîn jî Kaab bîn Malik bû,û dû heb jî helbestvanê mûşkrîk hebûn
Qasidê xwda Hz.Muhammed ((sxl) destûr dabû helbestê û digot li hemberî muşrîka “helbest ne kêmî şûre”
Pexemberê dawi Hz.Muhammed (sxl) li ser deva xweyî kû navê wê quswa bu,û hevsarê devê jî bi deste helbestvanekî bû, ew helbestvan jî Abdûllah bîn rewaha bû,û bi sewteke bilind helbest dixwendin.Dengê wî çû hz.Omer (rxl) û xwest kû Abdûllah bi sekne û gote ev ji bû qaside xweda bê hurmetkarîye,lê belê qasidê xweda Hz.Muhammed (sxl) destûr da Abdûllah, û gote ya omer bira Abdûllah arambe “Gotinê helbestên wî li hember neyar ji tîr bandûrtire/tesîrtire.
Rojekê pexemberê me di derheqqa Abdûllah bîn rewaha de dibêje; Ez bi wî xwedayî sûnd duxum kû hebuna min di destê wîdeye gotinê Abdûllah li peşberî qureyşîya ji tîra bandûrtîre.
Cabîr İbnû Samura (rwl) di bêje ez nêzîkî sed carî bi qaside xwedare rûniştime û li dora wî sehabeî kîram hebûn û jê re helbest dixwandin û wîjî ewana guhdarî dikir û bi sehabanre di beşişi/tebessum dikir.
Hz.Muhammed li derekê gotîye,”Di helbestê de hîkmet heye”
Hz.Aişe (rxl) dibêje zarokên xwe hînî helbestan bikin ji bû kû zimanê wan şîrîn bibin.
Helbest; Sithêrka çavê zanyar û rewşenbîraye kû dikeve ser pelê nivîsê,
Helbest; kef û eşq û evîna di dilê aşiqaye kû dirjê ser ziman.
Helbest; derd û kül û hesrete feqir û belengazaye kû bi şid tê ser ziman.
Helbes; ne pîşeye kû meriv bi hilbijêre,Helbest hunereke kû ji dil te.
Bi gelemperî rewşenîr û zanyar ewil bi nivîsa helbestan xwe di ceribînin ji bû nivîskariye,
Helbest ji bû methê mirava divê neyê nivîsandın,lê belê ji bû xweda û qasidê xweda tê nivîsandin.
Helbesteke minî biçûk bîra min.
XWîYAYÎ
Hemd û Sena û meznayî
Te me çêkir ji tûnayî
Rebbê ins û cinayî
Kî kare beje tû kayî
Tû li her derî xwîyayî
Li gorî fikr û ramana min gelo helbest çîye,mîn çend sal berê bi zimanê tirkî helbestek nivîsandibû,ez dixwazim wê helbestê bi were par bikim.
Ş İ İ R
Bu kağıda dökülen, şiir değil
Her satır göz yaşımdır.
Hiçbir sermayem yok
O beni m tek aşımdır.
Ona kavuşmak için
İlham arkadaşımdır.
Ebrehelere atılacak
Belki de tek taşımdır.
O,zulme tavır koyan
Çatık olan kaşımdır.
Tağut’a Eğilmeyen
Hakka tabi başımdır.
Xweda yolunda geçen
İlerlemiş yaşımdır.
Karanlığı kovmak için
Yapılan savaşımdır.
Benim Kalbimden geçen,
Hikmet dolu marşımdır.
Di jîyana cîhanê de gelek helbestvanê mezin hebûne û hene,minak; Melayê cezîrî Ahmedê xanê,Feqiyê teyran,Eli Herîriyê soran,Muhammed Îqbalê pakistanî,Muhammed Akif,Cîgerxwinê hesarî,
SİLAVÛ RÊZ……
Ekrem EBİS
Kayıt Tarihi : 8.5.2015 08:43:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!