Di bin wê çarşefa reş da
Min çavên reş û belek dît
Di bin wan lîbasên reş da
Min ebruyên wek kevan dît.
Mijgul wek tîr li dil ketin
Dezîyê piştê şikestin
Şevên dirêj û rojên kin
Min gepên wekî sêvan dît
Bi wan xewn û xeyalên kûr
Bi wan galgal û qissên hûr
Dîwane me li diranên hûr
Min lêvê wek hinaran dît
Min ew rûyê wekî hîvê
Ewan çavên wek bihîvê
Ew gerdana bi zêr û zîvê
Min bi wan xal û xetan dît
Wan xal û xetan dil êşand
Dil û cîger li min kewand
Agir di ser min da barand
Min dil kî pizotan dît
FİKRİ AMEDÎ
http://fikriamedi.blogspot.com/
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:51:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Fikri Amedi](https://www.antoloji.com/i/siir/2018/01/07/di-bin-we-carsefa-res-da.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!