Dewr u Zeman Şiiri - Latif Epözdemir

Latif Epözdemir
21

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dewr u Zeman

DEWR U ZEMAN

her sibe êvarêke
her êvar hewarek
her goristan miriyeke
her mirî gîyanek
her mirin jîyaneke
her jîyan biharek
her helbest sitraneke
her sitran dîwarek
her qûling asîmaneke
her asîman sitarek
her ûmrek tavîyeke
her tavî baranek.
Baranê hûr hûr lê kir, miraz bi lehîya avê ve çû, agirê dil ne tefîya, şev mîna xencerek dû serî, qelaşt navtenga dil, xwîna reş ji dil kişîya, bû çem,bû robar, berê xwe da taxa we, li ber derî rawestîya, bû gol,bû derya, fireh bû pêl da, paşî tu ji malê hatî der, bi hewara dilketîya, bi dengê kêştîya, ketî nava derya xwînê, di nav xwînê de xeniqî, agir ji temaran sar bûn, jîyana te kûta bû qedîya..

Her evîn agireke
Her agir sewdayek
Her sewda xeyalek e
Her xeyal delalek.
Nizanim,gelo tu çî yî
Yan bibore tu kîyî
Ez divêm te bibînim
Her daîm nebe jî rojê carek...

Latif Epözdemir
Kayıt Tarihi : 29.12.2014 21:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Latif Epözdemir