Dewleta Komkuj Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dewleta Komkuj

Ax pir sare zivistane, rê girtine ev çi kare
Em rêwîyin nanê xwenin tunebûn jî pir dijware
Kul pir tehle derd tim şore birçîtî jî zor bi zore
Dil birîne dikizire bi gule, agir me dibare

Doralî de lat, zinarin çav nabînin mij, xubare
Têz-bombenin tev dibarin ev çi dojeh çi tofane
Em revokin em rêvîne xîzanî jî can distîne
Şêyîna ker, hespê menin koma wan jî ber gulane

Karesate me qewimî, dîsa êrîşê Tirkan e
Şev tarî ye kendal kûrin qêrîna çûk û gurane
Şelandina canê me ye qelaşîya Erdugan’e
Em ciwanên gelên Kurdan xwîn me diçe pir geweze

Sersal me re pir yemane, me qêrîne me mirine
Roboskî jî gundê meye Qilaban jî navçe me ye
Artêşa dewleta Tirk’an êrîş anî li bo me ye
Dayik, xwîşkin tim dinalin axa me warê şînê ye

Barê me de nefte, arde; malên me de şîne -şivan
Leşkerên şandin û rê birîn me komkirin rawestandin
Her der mije zehf dûmane koma me jî ber gulane
Şirnex jî bo me digîrî bi lorîkên dayikane

Sînat-Haftanî diqele, dîsa bombe û barane
Laş hêlekî bask hêlekî ev fermana me gelane
Goştê me bû perçe perçe canê me jî lîme lîme
Bi ser erdê sîhpênc tene, tevkujîya me Kurdane

Şirnax tev herêma Botan bo me nirxe û rûmete
Sîxê çavên her neyaran war û wargehê Kurdane
Sedema tevkujîya me kuştina me sîhpênc kesan
Ew serokwezîrê Rom’ê mêrkuj Tayyîp Erdugan’e

04.01.2012
Yıldırım

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 5.1.2012 14:37:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Ev Faşîzm Heta Kengî Dê Bidome? Piştî komkujiya li Qlabanê gundê Roboskî; ku 35 kes hatin kuştin û pirên wan xundevanin temenê wan 15-20 salîne.Vê tevkujîyê ve ruyê medyayê yê qirêj derket holê qet behsa tevkûjîya dewlet nakin...War ê şirnaxê bi Kurden re bu doje bu gorîsan ev komkujîya gundıyane bi zanîn....... 28.12 2011

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu