Kezeba min pir êşandin
Xwîn jî dilê min rijandin
Min avêtîn li zîndanê
Goştê canê min pijandin
Jiyan min re xopan maye
Destê min de kelepçe ye
Ji bo doza  rizgarî yê
Dilê min jî ne bêhaye 
Her destê min girêdane
Serde kelepçe lêdane
Çavê min de xwîn dibare
Xem û xeyal jî navdane 
Halê welat jî ne ne hale 
Bavê Şînda jî pir kale
Bi rojane  zîndanê de
Him bêwar e, him bêhale
Rûmet min re xweş xelate 
Ketim hepsê bo welate
Kê bo welat nefikire
Ew kesekî pir xelete
Mehmet Çobanoglu
25.03.2018
Silivri 
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 7.5.2018 13:05:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!