Dest lê Berdin Gulamine

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dest lê Berdin Gulamine

Ez ne cehê ber dasame ez ne gaê ber kêrame
Ne jî bende û koleme, hewcedarê jiyanême
Ber zinaran û latanim evîndarê warê me me
Dilê mine canê mine dest lêberdin gulamine

Ez ne xopan ne wêranim ez salane serpîyanim
Nav diyarê dilê min de û tev çanda gelê me de
Ez dîroka azadiyê, dijrabûna şoreşîyê
Mîna eşqa Mem û Zîn’ê ser zimanan de digerim

Ez dayîka me Kurda me dengê min de zîz-haware
Şar min de rengê reşe, dilê min de êşe-jane
Tim jî bom e zilme-tade em nakevin em pîyane
Dem jî dema me gelane lawên me çûn li çiyane

Ez dayîka mêrxasanim dawa min de gul tijîne
Aaxa me jî nebejîye gul, sosinên me sor, zerin
Kevîkî wî Muş, Dêsim’e kevîkî de jî Qendîl’e
Her quncê wî canê mine şanazîya dilê min e

Ez birîna egîda me ez hêlîna şehîda me
Ez bi caran Newroz’ê me li caran jî Yekê Gulan
Ez ketim nav koma gelan rêwîyê azadîyê me
Kurdîstan tim dilê me ye rizgarî jî doaz me ye

06.12.2012
Stenbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.12.2012 13:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu