Dest Hine Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dest Hine

Bi ser berfé û zivistanê
Egîdek dirji bûye,palepal û bê hal
Ax,wax limin mirin bê min
Ew béçare xwe jî dinale ew lawê me
Ew egîdê me,bav û birê me
Birîndare bi gulan
Top,çekan,kêran û şûran

Xwe jî méranî radigire
Her gurçik ji li birîn
Û her dest jî li hine
Hina dergîst yé hina şaîy ê
Dergîst ya şoreşî,azadî û rizgarî yê
Ax û berf jî bin de
Xwîna sor li ser berf ê lal û lal
Diheriqe kûrayî,pêl û pêl giranî
Ser axa Kurdîstan’ê,berve baharê
Kulilkan jî hê aj venedane..

Egidé cîwan,xortê mêrxas
Bin barané û sur seqem ê de
Mina gulan,gulên dilan
Kulîlkê ser dara şîlan
Û devî,stirî reş
Û gulên geş û xweş
Tê xuyan sor û gewez
Palepal û bé hal

Li ser her kêlekan
Ser axa Kurdistan’ê dirêj bûye
Derdor jî lê mije û duman
Hewa jî sar,qeş û buze
Ax limin xortê Kurd’an
Her der berf û bager
Baran,sur û seqem
Egid,lehengê me
Ser berfa sar,sor û sipî de
Li nav destan de giviştîye ax û azadî
Welatê Kurdan jî li bin de

Nav xwînê de
Xwîna sor û gewez
Ez bimirim ax wax
Fêr bûye lawê me mirinê
Egiê nemirî ew tu namire tu car
Fêr bûye ew mirinê
Mirna azadî,mirina serîhildanî
Û mirina rûmetî,mirina serxwe
Dîsa xwe radigire, egidê me
Wek xwe bi şêranî bi mêranî
Ber wan neyaran xwe radigire
Xwe radigire dil j li polat
Lehengê nemiri xwe vedigire
Bi miranî dibije’’ez tu namirim’’
Namirim û namirim
Namrim lo koletî
Bizanibe lo tu jî bindestî
Li te rik û li min rik
Rika min jî rika Kurd’an

Heta gel re nebe serbestî
Heta gel re ne be serkeftin
Welatê ne be azad ez namirim.
Ez her dem jî li nav dilan de
Ez nav govend û dîlana de
Ez ser çiyan li zozana de
Ez nakevim qe jî bin ax û bin erd
Li nav gora û mezalan
Ez azadî ya gel nebinîm
Gorîstan a reş li bin axa sar
Bizanibe lo bêbext
Ez namirim ez Kurd
Ez şehîd ez heval
Qe namirim ez Kurdistan im


19.11.2003
Murat mah

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 16.12.2007 04:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu