li odeya sohbeta dostaniyê
sifreya exlaq û mantiqa durist
radixim
bayekî xerîb di pencera guhên min de
wîzewîz e
hestên sûnik
li bêçaretiya pistepista şevan
tên darizandin
çemên bedena kalbûyî
bi axîna hêsirên çavan tijî bûn
bêhna şewata sewdayê
ji firnikên pozê min
difûre
gotinên şikurkirinê li ser lêvan
cemidin
ji qedera xwe ya wêran
gilî û gazincan dikim
roj
di hatina min ya dinyayê de
poşman bûn
xewnereşk
li nav nivînan bi lîstika çavgirtonekê
dileyîzin
neynika dil
di êşa awirên nehênî de zer bû
jana zirav
li baxê helbestan hêlîna xwe çêkir
ez
ne deyndêrê cîhana fanî me
ne jî deyndarê axretê me
ji bo wîjdanê mesûm
hesabê temen yê bêtalîh didim
ji pêsîrên heyvê
şerbeta bedewiya rûyê rindê
vedixwim
di riya heqîqeta zanistiyê de
derwêşekî çîlekêş im
li dergaha şîretên Mewlane
semaha eşqa bêmirinê
digerînim
li bêhntengiya êvarên birîndar
tizbiyê sebira pêxemberan
dikişînim
di teleşa jiyana derewîn de
mistek xweliya reş im
min
tûrikê sewab û gunehên serdeman
bi dûvikê stêrkan ve
daliqandin
Xizan Şîlan
2012-02-02
Stockholm
Sen altınsın ben tunç muyum?
Aynı vardan var olmuşuz
Sen gümüşsün ben saç mıyım?
Ne var ise sende bende
Rihe te sax bi mamoste
Bu şiir ile ilgili 1 tane yorum bulunmakta