li odeya sohbeta dostaniyê sifreya exlaq û mantiqa durist radixim bayekî xerîb di pencera guhên min de wîzewîz e hestên sûnik li bêçaretiya pistepista şevan tên darizandin çemên bedena kalbûyî bi axîna hêsirên çavan tijî bûn bêhna şewata sewdayê ji firnikên pozê min difûre gotinên şikurkirinê li ser lêvan cemidin ji qedera xwe ya wêran gilî û gazincan dikim roj di hatina min ya dinyayê de poşman bûn xewnereşk li nav nivînan bi lîstika çavgirtonekê dileyîzin neynika dil di êşa awirên nehênî de zer bû jana zirav li baxê helbestan hêlîna xwe çêkir ez ne deyndêrê cîhana fanî me ne jî deyndarê axretê me ji bo wîjdanê mesûm hesabê temen yê bêtalîh didim ji pêsîrên heyvê şerbeta bedewiya rûyê rindê vedixwim di riya heqîqeta zanistiyê de derwêşekî çîlekêş im li dergaha şîretên Mewlane semaha eşqa bêmirinê digerînim li bêhntengiya êvarên birîndar tizbiyê sebira pêxemberan dikişînim di teleşa jiyana derewîn de mistek xweliya reş im min tûrikê sewab û gunehên serdeman bi dûvikê stêrkan ve daliqandin Xizan Şîlan 2012-02-02 Stockholm
Xizan ŞîlanKayıt Tarihi : 1.3.2012 01:58:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)