Pir ji evîna te biryar im
Dil bi agir, cîger bi kovan im
Evîndarê te me, welatim, canim
Kurdistan im, Kurdistan im, Kurdistan im
Ev çend sal in, perîÞ an im, sergerdan im
Ev çend sal in, di bin destê Ecem de
Di bin Þ ûrê Ereb de
Li bin pença Tirkan im
Na! .. Na! ..
Ne termekî bê giyan im
Tenê tu zendên min derxe ji vê zincîra
koletiyê
Tê bibînî
çi cengawer im, çi servan im
çi sergevaz im, çi qehreman im
Ez qurmê dîraka cîhan im
Hên dayika Somer,
Zarokên xwe bi min dixistin xew
Ma tu nizanî?
Ez kurê Goto me, kurê Lolo me
Kurê Horo me, kurê Mîtan im
Ez torinê Mad im, bi xeml û xêzên giran im
Ez avakirê wan kavilên Ekbaetan im
Kawayê hesinkar im
Dijminê zordar im
Agirê newroz im
Rêberê azadiya gelan im
hên jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
ZerdeÞ st im
Ronahîperest im
Li hemberê tariyê
Roja li ezman im
Manî me, danayê Þ îret û pendan im
ErdeÞ êr im, Rustem im, NoÞ îrwan im
Bi rim im, bi Þ ûr im, bi mertal im
Bi xencer im, bi Þ ilf im, bi pal im
Bi zirx im, bi gurz im, bi qelqan im
Rûberên lekên leÞ kerê Rom im
Li meydan û kiradê
çi pehlewan im, çi qehreman jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez im ew Kurdê bi nav û deng
Ez im Kardoxê bi tîr û xedeng
Di ser min re borîn
Pir çax û pir dem, pir heyam û beng
Lir ser sîngê min
Her çax û her sal, her roj û her gav
Êrîþ û talan, her Þ er û her ceng
Min dîtin pir roj
Min dîtin pir Þ ev
Ew demên zêrîn, ew rojên pir teng
ÊrîÞ ên Ereb, talanên Megol
Ji Rom, Ji Fireng
Ez mam li meydan, nebûm pereng-pereng
Hîn jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemerd im, torinê wan im
xmewan berlin
Kayıt Tarihi : 17.4.2004 17:19:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Şair Mem6](https://www.antoloji.com/i/siir/2004/04/17/dersim-2.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)