Jiyanek derew dijîm wek xewnek
Di hundirê wî de kesên lîstîkvan û
Xapînokên ehmeq henin
Rastî di peyvê de maye
Xweşikî di çavê de maye
Îman nayê dîtin
Başî nayê bihîstin
Hevaltî bûye facetî
Evîndarî bûye fehşîtî
Nas û meriv xerîb kirine
Dê û bav mêvan kirine
Pereye kirinin Xwedayê xwe
Pîrek e kirinin Qibleyê xwe
Ciwan forsek û tirsonek in
Rêber nezan û dizek in
Hunermend in ewê serxweş û keşmer
Rewşenbîr in ewê ehmeq û ker
Belê dibînim van dek û derewan
Dîsa jî bawerim ji van her du nirxan
Yek Xwedan e
Ê din Kurdistan e.
Hüseyin Aslanhan
Kayıt Tarihi : 30.8.2024 10:54:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!