Derdê Min Bû Pira Dinya ê

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Derdê Min Bû Pira Dinya ê

Bi heyfa vê cîhana agir lêketî, heyfa vê cîhana ber kêran
Rûmeta mirovî, di bin lingan de ye
Dilkevirî ye
Bêbextî ye
Xem ji bi dinya yê re rehm nekir
Êdî ezman bi ser de
Ewqas
Ne hêşîn e
Ne bedew e
Ne adan e
Dem
Her gav di nav girînê de ye
Bihar bû zivistan
Havîn jî zû de çû
Ez bimirim
Havîn ji li welat dûre
Ji gulan re xerabûyî ye
Bilbilan re şîn e
Ne ew e?
Ne wisa?
Feqîrî ji dewlemendan
Bêhay e
Dewlemend dijminê feqîran e
Keda destanî
Ya pelçiqandin
Xizanî ye
Min dev ji vê dinyayê berda
Ez
Bimirim
Ji azadî yê dest bernadim
Ey rêhevalê min
Ey dil germ
Her çengek erd
Her kulmek hêvî
Ya me ye
Em li benda hilatina rojê ne
Nan û azadî gulên jiyanê ne, di adanî ya nav axê ye

Ji heyfa mirovên reben, ji bîrkirina merdan, di avên tarî de
Erd xemgîn, gul xemgîn, zeman xemgîn e
Bi hezaran gulle li ezmên dibarin
Çiya birîndarin
Kurd xemgînîn
Xwîna cîwanan
Li wan çiyan bû stran
Mixabîn
Xanî û mal şewitîne
Zarok sêwî mane
Kurdan re
Ziman jî qedexe ye
Bi hezar car dilê Kurdan êşandin
Li ser vê axê de
Ku yek çivîk
Ku yek pepûle jî nafire
Rûmeta mirovan
Di bin lingan de
Maye
Ma ne ew e, ku yên xerab
Bûne
Dijminê Kurd'an
Derdên min bû pira
Dinayê
Dilê min ji
Min hê azadî negirt
Jî sond
Ezê bistînim, rûmeta xwe û azadî ya xwe
Ma ne ew e, ku zulm li ser Kurd'an û ser axê hê heye

Di hêşîniya dûr de, rojek germ e, bi tenê bayê berî li ser min de tê
Di nav de, nemiriya koleyan veşartî ye
Ez di ev şeva
Herî tarî de dimirim
Neke
Her şev
Heyv ji min re tarî ye
Lo
Dilşadî
Li seranserê cîhanê
Bi her dera li cih bigire
Milazgir'ê
Bazîd'ê
Erdîş'ê
Gewer'ê
Şemzînan'ê
Dêrsim'ê
Bi Stenbol'ê
Manisa'ê
Qet nebe tu were
Benda te me
Bextê te me
Welatê min, bin xwînê de ye
Bêşik
Min bedeleke mezin da
Bi goran, tijî bû ax
Li pêş te bimeşin û bimeşin
Mirovên ronak û dil hêvî tijî, ber ve rojê bimeşin
Werin min bigirin û destê min bigirin min himbêzkin

Mehmet Çobanoglu
11.09.2022
Sembol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.9.2022 18:15:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu