Oy felek mal xerabo
Tu ketî derî,şêmûg
Dil û jiyan
Havîn û bihar min
Hawar hawar wax li min,
Wax xerîbî ax û wax zore!
Quling hatin sermin buhurîn
Şewat ket li nav dilê min
Xezala min kewoka min
Ka gul ka sosin......
Ka war ka diyar,
Ka ku ma lo welatê min?
Ez reben û bê kes
Nema sebra min
Ez heliyam û keliyam
Ferseng ferseng ax dûrî min
War ket ber bîra min
Nav xewn û xeyalê min
Ez serxweş û li sermest
Lo felek oy felek mal xerabo
Ez xerîbê van bajaran
Gotin û ditîn nema li min
Gilî û gazin ba min wek çiyan
Wax wax wax û li min wax
Derdê dilê min pir girane
Ez digerim ez bê hiş û bê wên
Gotinên min ê xweş û şêrin
Mixabin û mixabin
Kez fêhm nake zimanê min
Kes napirse kulamin
Derdimin derdê giran
Derdê bira û hevalan
Gel û şervan,şêrane
Zimanê min zimanê Kurdane
Navê min Memê
Bajara min Qers
Li bajarok min de sêv û hinar
Qaqizman e
Gundê min jî Şewan.
Neyarê min hov
Welatê min K..........
12.03.207
Yildirim
Kayıt Tarihi : 19.1.2008 22:21:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!