Dengê dilê min dengekî zize,
Wârê dilê min warê xemane;
Ax û wax kesera min pir kûre!
Derdê min dîsa çiloçepo ye.
Bendê nav pişta min zehf zirave,
Barê min giran,rêya min dûre…
Salan û rojane ez dimeşim!
Av û kanî ser min miçiqîn dîsa.
Ev êşa dilê min pir girane,
Dermanê min jî ax’a welat e,
Heta roja azadîya gelan …
Wârê dilê min warê xemane.
Fedi bike! lêlê dayıka min,
Ka keskesora ser ezmanê me?
Dilê min jî ala me daxawze;
Gul û kîlilkên me beybûnên me jî.
Nav dil û mêjiyên min de welate,
Azadî jî li bo me xelate!
Bêwar û bêwelatî wek mirinê ye,
Ez dinalim mîna bilbêlên bêgul.
Dengê dilê min dengekî zize,
Dilê min de jî mij û morane…
Ez jî li vê xerîbîyê digirîm,
Nav dilê min de kesera welate.
08.08.2010.
Yildirim
Kayıt Tarihi : 8.8.2010 13:30:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2010/08/08/denge-dile-min.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!