Dengê bilbil civîkane

Mehmet Çobanoğlu
2543

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dengê bilbil civîkane

Havîna min werê ba min, şitila min dem pir xweşe
Me şahîye, germahîye me gul, gulpik, gulîstane
Bi ser gulan û kulîlkan dengê bilbil, civîkane
Kew, kevok jî tev dimeşin axa me de Kurdîstan e

Tu reşika her çavê min, gul-sosina welatê min
Ava nav çem û kanîyan, aramîya dilê minî
Malan barkir çûn zozanan kon vekirin ser çîmenan
Berîvan jî çûn bêrîyê şîr doşandin nav sîtîlan

Ez qurbana hemû şêran em tim rizgarî dixwazin
Havîna min warê ba min tu wek gulan û dilanî
Tu rûkenî roja minî têr bikene ez bi qurban
Axa me bû gul, gulîstan nav de gul vedan bo gelan

Me şabûne, dilgeşîye hêvîya me azadîye
Rojhilat me ronahîye ser axa me bû bihar e
Havîna min werê ba min têkoşîn jî tim rûmete
Em rabûn em ser piyane yekîtîya me Kurdan e.

Mehmet Çobanoglu
23.03.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 25.3.2012 22:57:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu