Demsal Reş Geriya Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Demsal Reş Geriya

DEMSAL REŞ GERIYA

xweza diçurise
ji nûve şax vedide berfîn
sosin berwedêre hêjî
li ser xaka raperîner,
li dengê şalûlan guhdar bike...
xwişîna avê,
dilopên barana çil-esir,
hembêz bike hatina xalxalokan...
xewnê zarokatiya me,
paqijiya nehatibû qirêjkirin,
ew nêrînên dayîkên me,
yên bê dijber,
hatin şuştin bi rondikan...
ev rêwingiya adarê ye
karwan ji bin dîrokê bi rê ket
di qesrek spî de alek hate li ba kirin
zarok daketin ji çiyayan..
dehaq hat,
ji kûrahiya sedsalan,
konê xwe veda li bajaroka bêkes,
ji asîmanan bariya,
bi bêhna fêkiyan...
destpêka avrêlê,
bi rojbûna pîroz bû,
dehaqan cangorî xwest:
li quntara çiyayên amara
pêşî Mistefa keniya
û meşiya Mehsûm,
meşiya girnîjana Mistefa..

şêxmûs tayfûr

06.04.2009

qerejdax

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 8.4.2009 13:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şêxmûs Tayfûr