Dêmên Te Wek Wlat Nûre

Mehmet Çobanoğlu
2566

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Dêmên Te Wek Wlat Nûre

Ev çi derde ev çi kule
War û welat li min dûre
Pira dirban şikestî ye
Xema dilê min pir kûre

Dilê reben, dilê bêkes
Zelûla min, em vir herin
Herin ser axa bav, kalan
Werê me de gul û perin

Bi salane ez xemgînîm
Xerîbî min re arane
Mîna agir û şewatê
Welle derdekî girane

Hevala min, dotmama min
Sond û qesem bi salane
Dilê min de hezkirine
Bo te, bo gulên baxane

Giyana min, evîna min
Wax welat jî li me dûre
Ez te wek welat hezdikin
Dêmên te, wek welat nûre

Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 30.9.2019 12:59:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu