Dema Ku Tu Diçû Yî Şiiri - Sadedîn Çira

Sadedîn Çira
2

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dema Ku Tu Diçû Yî

Dilê min ji hûndirê min bardikir
Vikîvala dimam
Nerînên te di hûndir minde olan didan
Te,te tim dinehirî
Lê te nedibihîst.

Dema ku tu diçû yî
Te aliyek min jî bi xwere dibir
Aliyê din tevizî dima
Dîwarek din ji jiyana min hildiweşiya
Di her çûyinê de
Te kavilek li dû xwe dihişt.

Dema ku tu diçû yî
Hişê min jî ji serê min diçû
Ciwanî li ser xeyalan mexel dihat deverû
Di xatir xwestinê de
Te fam ne dikir
Lê, destên te destê min dikûşt.

Dema ku tu diçû yî
Evîn dimir, hestên min sêwî diman
Neyar ji min re difîkandin
Hevrik direqisîn
Tu dikeniyayî
Û Şeytên bi aqilê min dilîst.

Dema ku tu diçû yî
Te havîn jî bi xwere dibir
Zivistan dihat
Lodek tenêtî di paxila min de
Diricifîm,diricifîm
Dema te destê xwe kildikir û dibişirî
Bayê kur rûyê min dialast
Seqemek laşê min dişûşt.

Sadedîn Çira
Kayıt Tarihi : 30.3.2015 16:04:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Sadedîn Çira