Delalê Keça Merdanî Şiiri - Mehmet Çoban ...

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Delalê Keça Merdanî

Ez qurbana bejna zirav, çavên reş
Dev buçukê, rûkenê, xûy şêrînê
Wele-bile qasidê evinê me
Ev canê min te daxwaze bi tenê

Bextewarê, çelengê, dil germê
Xezalê, delalê keça merdan î
Min navê te nivîsî ser stêrkan
Azad xwez, azad xwez keça Kurdan î

Dilsozê, pir xweşikê evîna min
Tu gula çîyanî, xemla zozanan
Him şewqî him hîvî him jî rojî
Sebirke, şa be roja nû tê xuyan

Zar xweşê, xeber xweşê bêrîvanî
Tu bo min evînî, bo min sewda yî
Mîna çem û kaniyên welatê me
Pir bedewî, xweşikî, yekane yî

Tu pêtî, kozirî germa dilanî
Waha nabe waha rabe zû were
Destê xwe bide min hêvîya te me
Dilê min bête bêhale, bêware

Mehmet Çobanoğlu
31.10.2018
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 31.10.2018 22:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu