Delalê min çi dibe, fedîneke
Porê xwe, biskê xwe ser xwe de şeke
Bila her kes eşqa te bizanibe
Bişkokên kirasê xwe min re veke
Gula min, were bibe mêvanê min
Ez zanim, pir jîrî û pir zane yî
Em wê şevê heta sibê ranezên
Lê delalê tu kulîlka baxçe yî
Ez bi qurbana çavê te qewheyî
Delala min awirya nede min
Bi her dem tu min re jiyan, evînî
Keça xweşik, ka destê xwe bide min
Tu him dost him hevalî him jî canî
Xema nin, eşqa min jî li bo te ye
Tu derîya, havîna cîhanê yî
Evîn û eşqa dilê min bo te ye
Lê keçê keça Kurd'an, şadîya min
Rûkenê, devkenê nazîya neke
Ez daxwazim were ba min, dil were
Min aramke gerdana xwen jî veke
Mehmet Çobanoglu
06.05.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.6.2019 17:30:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!