Xezalê kêf û şahî min re neman
Lê delala min, xerabe ev zeman
Rebena min dîsa li min xezebe
Aqilê min, hişê min çû li wan deman
Rojane li min baran û bager e
Lo feleko bese ji min vegere
Dîsa hêsirê çavê min dibarin
Dilxemgînîm! Dildara min, min nagere
Dilê minî dilbikeser! Wax li min
Ka gula min, ka ew gule zera min
Bihar min re bû payîz û zivistan
Bila xezal bê bibe şadîya min
Xezal li min nereve, were ba min
Yara min destê xwe bide destê min
Tu bizanibe ez hêviya te me
Giyana min, emrê min were ba min
07.03.2017
Stanbol
Kayıt Tarihi : 7.3.2017 17:57:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!