Delala Min Qemara Min

Delala Min Qemara Min

Delala min, şadîya min bedewê
Ji rojan û rojekî were ba min
Dermanê hemû êşan û derdanî
Erê can were, bexte kî bide min

Delala min qemera min bedewê
Hespê mirinê bezî hat derê min
Berf û baran dibare, min dûman e
Êş, keder û keser ket nav dilê min

Delala min meranê tim bedewê
Bêwlatim ji te dûrim, canê min
Bi rastî şev û roj li min heram e
Were bibe dermanê vê derdê min

Delala min berîvana bedewê
Ji baê reşe şeva qetrane li min
Bête ji kezeba min xwîn dikişe
Were bibe hes bibe hêvî yê min

Delala min gula rengîn bedewê
Vê baharê zivistan bû para min
Merana min bendî te me zû were
Mizgînîya xweş û çeleng bide min

27.12.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 27.12.2016 00:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu