Delala Min Derdê Min Pir Girane

Mehmet Çobanoğlu
2557

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Delala Min Derdê Min Pir Girane


Delala min, bi her dem min girîne
Rojane min re jan, min re zarîne
Edî, bo te bûm koçerê rê ye dûr
Li dîsa min nalîne, min zarîne

Delala min, dilê min derbedere
Bê te jiyan min re êş e, kedere
Bi rojane qul bi qul te digerim
Dem min re xopane, min re hedere

Delala min, bi kêran min vedane
Ev dilê min çemê xem û derdane
Ax, ez bi kerba te pir perişanim
Agir, xezeb li ser min de berdane

Delala min, ev derd min pir girane
Dîsa hezar carane min fîxane
Ez tim bajar bi bajar te digerim
Şev min re tarî, rojan min re barane

Delala min, pêtê dildarî yê me
Tu tiştek min de nema, bi tek xeme
Te min teni hişt, ez pir belengazim
Dîsa xwin min dikişe lemeleme

Mehmet Çobanoglu
26.10.2016
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 26.10.2017 13:47:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu