Tu her dem nêrgîza ber çemanî
Şewqa siban û nûra çavanî
Kevoka çeleng, kevoka delal
Tu mîna kulîlka hînaranî
Tu ji min re adan, av û zadî
Zar şîrîn, rûgeş û rihê azadî
Delal tu min re xewn û xeyalî
Wek kanîya dilan her dem şadî
Dil naxwaze evîna razandî
Bi derd û bi kulên qijilandî
Delala min were min hembêzke
Em hevbialin dilên qelandî
Tu min re hestî û min re bestî
Bi rê û dirba kesên bindestî
Jiyan min re bû tarî bû reşî
Were min nehêle dil şikestî
Tu heyverona nav şevanî
Bi ser zozanan û çiyanî
Delal bête ji min re xew tune
Hişyar be were, tu min re canî
Mehmet Çobanoglu
21.08.2019
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 21.8.2019 16:45:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!