*Delal* Şiiri - Cemal Mızrak

Cemal Mızrak
37

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

*Delal*

Delal tu ketî dilê min, mîna xencera jehrî
Tu ketî ser zimanê min, mîna helbesta kederî
Min ji te pir hes kiribû Delal, bi bawerî,
Çi bêjim ez nizanim heval, Delal, can Delal.

Delal bejna te zirav e
Çavên te wekî yên xezalan
Tu dûr ketî ji min rinda min
Roj bi roj ket nav me ciyabûn
Tu pir bi rûmet bûyî li ba min delala min.

Dilê min diêşe, herikî pêl bi pêl
Tu çûyî mîna behrê, pêl bi pêl
Çûm ser kendala, qîrîn kir deng bi deng,
Teyr û kund giriyan ji bo evîna min delal
Quling û ruvî reviyan, tirsiyan, bi dengê min.

Wa ye pel vekirin rez û bihîv û biyokan
Bîna te hat nêrgiz û rîhan û gulan
Çûm nav mêrg û kanîyan
Can delal, heval, delala min.

Nîsan - 2008 / Amed

Cemal Mızrak
Kayıt Tarihi : 13.4.2008 15:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Alpaslan Akdağ
    Alpaslan Akdağ

    her güzel şiir çağlarının,devirlerinin insani bir soluğudur…
    yitip gitmeden,
    gelecek nesillere güzel ve anlamlı bir iz bırakmak adına çaba gösteren herkes,
    övgüye değerdir.…

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Cemal Mızrak