ZerdeÞ st im
Ronahîperest im
Li hemberê tariyê
Roja li ezman im
Manî me, danayê Þ îret û pendan im
ErdeÞ êr im, Rustem im, NoÞ îrwan im
Bi rim im, bi Þ ûr im, bi mertal im
Bi xencer im, bi Þ ilf im, bi pal im
Bi zirx im, bi gurz im, bi qelqan im
Rûberên lekên leÞ kerê Rom im
Li meydan û kiradê
çi pehlewan im, çi qehreman jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez im ew Kurdê bi nav û deng
Ez im Kardoxê bi tîr û xedeng
Di ser min re borîn
Pir çax û pir dem, pir heyam û beng
Lir ser sîngê min
Her çax û her sal, her roj û her gav
Êrîþ û talan, her Þ er û her ceng
Min dîtin pir roj
Min dîtin pir Þ ev
Ew demên zêrîn, ew rojên pir teng
ÊrîÞ ên Ereb, talanên Megol
Ji Rom, Ji Fireng
Ez mam li meydan, nebûm pereng-pereng
Hîn jî zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemerd im, torinê wan im
Ez siwarê Rojhilat im
Parêkarê birc û kelat im
Þ êrkohê cengewar im
Spahsalar im, îsfahsalar im
Li hember Fîlîp û Risar im
Selahadîn im, li ser xana zîn im
Qehremanê Hetîn im
Rizgarkirê Quds û Felestîn im
Her serfiraz im, çi sultan im
Adil im, Zahir im, Tûran im
Ez bi taca zêrîn im
Li Amed û Farqîn im
Li ser textê Merwan im
Ehmedê Dehak im, siwarê bi tîn im
Generalê romê jia xana zîn diqulbînim
Çerxa dîrokê vedigerînim
Herdem zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez im ji van çiyan re nav û nîÞ an im
Ez pilingê Xerzan im, Þ êrê Botan im
Bazê Behdînan im, ejderê Soran im
Ez Þ ahînê Erdelan û Baban im
Canpoltî me, mîrê Mand im
Ez im, li Kela Dumdumê Mîrxan im
DewrêÞ ê Evdî me, bi duwanzdeh siwaran
Li Hember hezar û heftsed siwarên
Gêsan û Tirkan im
Hên jî zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez Herîrî me, Cizîrî me
Feqî me, Nalî me, Xanî me
Hejar im, Hêmen im, Goran im
Biwêj im, Þ ekerrêj im
Ez xweþ dibêjim, her torevan im
Fehlemez im, awazciwan im
Li rûpelên dîrokê binêre!
Herdem nazikziman im
Ez xwedî nerxên bilind im
Demîn û sinciyên giran im
Ez ji welatê evîn im
Ferhad im, þ êrîn im
Xec im, Siyabend im
Zîn im, Memê Alan im
Hên jî zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez xêr û bêra germiyan im
Ez av û berfa zozan im
Petrol im
Dibim agir, dikim gurgur
Kermanþ ah im, Kerkûk im,
Batman im, Rimêlan im
Ez qêrîna keçan û bûkan li Geliyê Zîlan im
Hawara minalan li Kela Dizan im
Ez loriya dayikê, axîna bavê kal,
Nalîna zarokan li Helepçeya xopan im
Dîsan zindî me, xwedî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
Ez duhî li Diyarbekrê Þ êx Seîd bûm
Li Dêrsimê Seyid Riza bûm
Li Mehabadê Qazî bûm
Îro jî li zindanên Amedê,
Xeyrî me, Kemal im
Akîf im, Çîçek im
Dogan im, Dogan im, Dogan im
Ez di qada Þ er de Berîvan im
Mizgîna leheng im, li kolanên Tatwan im
Ez di þ er de ci Egît im, çi komîtan im
Serbazê nenas im
Li ser her bihosteke axa nistiman im
Binêre ey dîraka cîhan!
Her dem zindî me, tijî jiyan im
Kurd im, nemird im, torinê wan im
xemewan berlin
Şair Mem6Kayıt Tarihi : 17.4.2004 17:20:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!