Dêdem Şiiri - Ömer Dilsoz

Ömer Dilsoz
14

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dêdem

Dêdem

Omer Dilsoz

1
Dêdem, dîdem ma tu bêzar nebûyî ji payîna deman!
Istirî bi şûna wuslatê dikevin riya te, li her fetlokan
Li xwe binêr; hişyar be û bihêle vê rojiya bêzeman;
Şîv û paşîva te, ma dê her tim bibe ew jana bi kovan?
Ax û fîxan ma dê tim li derdora te biçerxînin perwazan?
De bişkêne vê rojiya giran; ne Beraet e, ne jî Remezan!

Dêdem, êdî vehêle vê sûnda rikîn, vê asoya bêsînor!
Wekî bilbilê tûxwer gêj û mendehûş digerî li derdor
Ev çi rojiya bêwerz e, ku berê te dide riyeke kendekûr?
Dil li ser kaniyên sar re dibore bê ku qurçekê bidaûr!
Çav ji bendemaniyan westiyan, rijiya tev fer û nûr
Bila cejna dil bêtin; bi dûmahîk bêt, disoje ev tenûr!


2
Şêrekî qefeskirî ye ev dilê birîndar
Umreke sax lê borî her daxîdar
Ken mişext bû, rondik hatin xwar
Roj û şêvê bê navber her hêvîdar
Ariya dil her gur bû, ma bê hawar
Nema tu hatî ser vî dilê tar û mar! ...

&

Dilê birîndar her bi dax û janan gevizî
Inta evînê vegirt û gurçik pê derizî
Lêvan ken ji bîr kir, rondik her dilîzî
Ser rûyê şikestî tên xwar û her direqisî
Ofên û axîn ji zimên tên bi merezî
Zû were dêdem ev dil bi eşqa te rizî! ...

Ömer Dilsoz
Kayıt Tarihi : 19.7.2004 14:55:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Megan Goldberg
    Megan Goldberg

    There's a certain fire in your eyes that I can't resist. Let's explore that feeling together, with a touch that promises a night of passionate connection and untold possibilities.

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Ömer Dilsoz