Dayika Mın Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Dayika Mın

Te neh meha ez gerandım
Nav zor zehmetîyê de
Te ez anîme dinê
Mêjandim kuçe û kolanande
Ser pişta xwe peya nekir
Liser min kişand êş û elem
Li ber bêrîyê û pel pincar
Li ber kopê tendurê
Ez bi tere bum
Te rêveçuyîn
Te axaftin
Te xîret bi min da nasîn
Te ez parastim
Ji nexweşîyê
Ji serma u seqemê
Ji toz û gemarê
Te ji jîyana xwe
Jîyan da min
Te çevê min vekir
Bi rondikên xwe
Te ez razandim lorandina
Bi kela dilê xwe
Te ez mezin kirim
Mixabin lê ji te dûrim
Lê niha xewnê min dixemilînî
Ez bi xeyalên lorandina te
Liser çokên te radizêm
Tu herdem di bîra mindanî
Tu lêvên minde dirîcifî
Tu rondikên minde diherikî
Tu roja min ronî dikî
Tu stêrka şeva minî
Hevîyamin dineqişînî
Tu dayîka minî
Tu sebeba jîyana minî
Wexta nexweş dikevim
Dibêjim wey dayê
Hewara xwe li te dardixim
Tengasîyêde çevê min li teye
Tu hêvîya minî
Çimkî tu dayîka mini
dayê

25.12.2013

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 25.12.2013 09:31:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş