Xumînî ket navberê birîna min
Kûrayî xwîn dikişe ji dilê min
Derdê min û jana min pir girane
Bi sal û rojan e ezabe li min
Ax û wax dem dîsa bireşe li min
Nexweşî û êş hedûrî neda min
Qet hekîm û dermanê min jî tune
Kufuk xwe avêt navberê tenê min
Ez nizam, çawa bikim çawa bikim
Xwelî serê xwekim çavê xwe korkim
Min mehrûmê kes nehat hawara min
Ez vê derdê vê kulê tu bîr nakim
Ketim tora neyaran û bêebextan
Êdî dimirim bi kêran bi zextan
Ez tu têr nekenîyam! Bêwelatî
Bi keseran, bi kerban, bi xeman
Dayika min rebenê nenalîne
Dile min mînan berxa dikalîne
Lê êdî ez dimirim heyf ew heyfe
Gund û zozanên me hemû xalîne
17.03.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 18.3.2017 00:08:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2017/03/18/dayika-min-nenaline.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!