DAYIK Û YAR EVÎNEK PENABER
Dayê tu li min guhdarî bike
Ez ê ji te re qala yara xwe bikim
Tu bêje delaliya wê
Ezê bêjim gezo
Tu bêje min ji dimsa rezan şekirtir
Dayê li min
Li lawê xwe ê xwîn pak guhdar be
Ezê ji te re qala dilevîna xwe bikim
Bejn û bala wê
Mîna tayê rihanê zirav
Tu yê bêjî mîna dara xoxan bilind
Li min guhdar be dayê
Ezê ji te re qala çavên yara xwe bikim
Çavên wê mîna çavên xezalan
Dem xal û xetên rû
Wekî gula nû bişkivî ye
Tu yê bêjî
Kulîlka hinarê Û pelçima nêrgiz Ezê bêjim beybûna ku
Ciwana sermest û har dike
Na dayê
Ev ne xewn e û ne jî xeyal e
Ev tiştê ez dibêjim
Têra bedewiya ‘Evîna min a Pênaber’ nakin
Bê nezer be gidiyano Lê ezê bêjim sosin
Tu bêje lîloz Ezê bêjim nesrîn
Tu bêje binewş
Ezê bêjim pîvok
Û
Tu bêje Newroz
Were dayê mizqîniya xerê ye
Te digot keçek esîl
Va ye min dît
Ax dayê Şewqa ruye wê Weke stêra Çilsatil Tu bêje na hê xweşiktir
Bawer bike ne xeyal in
Mîna heyva çardehan Li ber pazdehan şoq dikîr
Evê mîratê ez kuştim
Ev ê xopanê biska tenûran
Dilê min dax da
Dema min li birûyê wê temaşe dikir
Mîna ku ji du kewanan re bibûn çeper Ger tu bêji mijang Her mûyek dirêj
Weke biskên Zîna Mem in Dayê
Her du lêvên wê
Weke qeylasan sor û şêrîn in Di her terka lêvê wê de Koremar tên avdan Tu dibê sêvên ji dare ketine
Bidî ber gezan
Û an lê bimijî Şerbeta kewserê ye
Lêva wê ya jorîn xalîç e
Û ya jêrîn jî
Pira Miradê
Tu yê bêjî enî
Şewqa roja li ser diçirisî
Û
Wekê gurzek zêr fireh
Tu yê bêjî dest û tilî
Mîna pênûsan rast
Û
Mîna xortên givar direj in
Ez ne bawer im di wan de hêstî hebin
Ku hebin jî
Dikarim hezar carî sund bixwim
Û
Destê xwe li kîtêba nûranî bidim
Hestiye wê ne ji hestiyê me ne
Tu yê bêjî sing û berên wê
Por kemê
Şerm e
Ezê çawa behsa sing û berên wê bikim
Na na ne xêr e dayika min a delal
Ezê çawa te bixapînim
Li ser singa wê
Her du çiçik
Mîna du hinarên zivzikî Hişk û şêrin
Mîna şemamokên li nav parêzan
Sersor
Û gilover û biçûk in
Mîna du fincanên li ser deste Edûlê
Ji dûr
Û yaqût bûn
Tu yê bêjî singa wê
Singa wê
Mîna zozenên me yê Serhedê
Fireh û deşt Singa wê wek baxê îrem in
Tu yê bêjî pozê wê
Zirav û tenik in
Bê qisûr Li ser lêvan disekine
Tu yê bêjî erzênî Mîna mircanê li hevhatî
Tu yê bêjî gerden
Bê xal û zîv in
Mîna çemê Dîcle zelal
Mîna şûşa fanosê ronahî
Û
Mîna berfa beleka spî
Tu yê bêjî porê serê wê
Porê serê wê reş e wê reşa teniya sîtilan e Kezî di binê paniyan de ye Bîst û çar gaz dirêj e
Wekî
Werîsê dewla bîran e Dema ba li porê wê dixe
Tu dibêjî ma vê mîratê
Qamişa devê çeman e
Dayê ez sermest im
Ne dikarim bînim zar û ne dikarim
Dayê Behna ji devê wê derdiket
Ez bêjim bêhna miska Medîneyê
Tu bêjî na na
Ya hendekoyê Ez ê bêjim bêhna emberê
Tu yê bêjî ya firîştehan
Dayê ez sermest im
Ne dikarim bînim zar û ne dikarim
Bînim ziman Min dil li xwe kiriye
Pirpara li ser bênderan
Û
Agirê nîvê havînê digere simbilê zadan
Bêje lawo bêje
Dil dişewitîne Ne agirê Mazda
Volqana pêt e Gelekî kambax e
Canê lawan diperitîne
Evîn ne sûc e û ne jî gûneh e
Ew keça te dîtî Temen çiqas e
Gelo ne keça şêxê ereban be
An jî Keça mîrê Cizîra Botan
Na dayê na
Min pirsî ji der û cîran
Na gotin na
Min pirsî ji kalên zemanan
Na gotin na Ev keç ne keça sêx û mîran e
Ev keç keça esîl û serhildêra ye
De bêje lawo bêje Qesem navê Xwedê ye
Te min jî dilperoş kir
Ji min re nîşaneya wê Û
Dirfê wê bêje Ji bo delaliya wê
Ezê te heft roj
Û heft şevan guhdar bikim
Dayê
Dayika Şakîre
Didanên wê wekî libên birinca Qerejdaxê Hûr û di ber hev de reqaftî Mîna mircanên spî
Û Mîna mermeran
Tu yê bêjî meşa wê
Ezê bêjim wek xezal û lezok Weke pezkûviyan dibeze
Û mîna qumriyan narîn û nazenîntir bû Tu yê bêjî dengê wê
Erê dayê dema wê malnemîratê Distirand
Te digot dengê bilbila xulxule ye
Dengê wê Weka pireng e Ji serê tiliyên min
Heta şilîka serî
Her derê min diket lerzê Ez matmayî dimam li denge wê
Çavên min req radiwestiyan Bêhna min nediçû û nedihat
Xwina di laşê min de
Tîr dibû
Mîna toyên qamêşan
Dengekî wisa nerm
Wisa nazik Wisa şêrîn
Te digot wê niha dil û mêlaqan min
Xwe ji cîh berdin
Min carekî guhdariya dengê wê kir
Ger du car bûya
Ezê dîn û lal bibûma
Ji çavên kor
Û
Ji guhan kerr
Dema min li dengê wê guhdar kir
Ez bibûm berfa li ber tavê
Dilop û dilop diheliyam
Dibûm çerm û hestî
Dayê
Bes e êdî Ezê qeyrana dil derbas bikim
Ger tu daxwaza pesnê wê ji min bikî Hewcedariya wê bi pesnan tune ye
Darên welatê me
Na na yê hemû dinyayê
Bibin korxiz
Û
Ava kaniyan
Na na Ava çeman Na na ew jî na
Ava deryayan bibe hibir
Têra nivisandina bedewiya wê nake
Ez çibêjim dayê Ez kûştim bi dîtina wê ya delal
Şahna di bin lêva wê horiyê
Wê periyê
We zeriyê
Wê xwîn şêrînê Û wê revînê de...
Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:28:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!