Dayê Şiiri - Jana Seyda

Jana Seyda
1

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Dayê

Dayê

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da îşev tîbûna umrê xwe
bi meya evîna te bişkînim

Dayê
bêhna şewatê
ji lorînên te
dihatin
û Amûdê
weke pêteke agir
di payîzeke bêbext de
diçirisî

Dema te dergûşa min
dihejand
bi hezaran hîv
li ber
rûyê te yê sipehî
xwardibûn
da rûyê te tenê
salên min
rohnî bike

Bayê buhiştê ji singa te
difûriya
bi germahî
destare rojên min
digerand

Min li çavên te dinerî
dema hêsir weke
du stêrkan
têde dibriqîn
û weke pêlên derya xwe digihandin
peravê
ne pêlan perav
ne hêsrên te
herikîn
tenê
tîpin wenda û tî ji dilêmin
niqûtîn

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da havîn ji dil
barbike

Mistek baran
ji zivistana çavên xwe
bide min
da pê bi pêlan re
şerkim
nizanim çima pêl
evîna te
dertînin
ez jî îşev
li ser vê
qûma sar westa
û bêkesim
tenê dayê
evîna te
û
derya
bi minre bêxwewin (Jana Seyda)

Jana Seyda
Kayıt Tarihi : 21.4.2003 18:10:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
ÖNCEKİ ŞİİR
SONRAKİ ŞİİR
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Brifkanî Lawkêxizir
    Brifkanî Lawkêxizir

    Gelek spas bona wî helbestê xweş...

    Cevap Yaz
  • Hüzün Deniz
    Hüzün Deniz

    Helbestek zêde xweşe.Gelo ez meraq dıkım bı rasti tu xwediyê vê şiirê ye.Slav

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (2)

Jana Seyda