Dayê Şiiri - Mehmet Selami Demir

Mehmet Selami Demir
2

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Dayê

Jiyana dilê min dayê
Bê te sebramin qet nayê
Welat berdam ketime rêya
Şev û rojê dikevim tayê

Birîna dilê min pir kûre
Rêya Zîlan gellek dûre
Zimanê min qut dimîne
Carna dike zûre zûre

Payîz çû havîn dûre
Zivistan li hêsîra zore
Gava mirov dûr dikeve
Cemed digire hawerdore

Dikim gazî dengêmin nayê
Ez çi bikim ji vê hewayê
Ji çavên te ez dûr ketim
Dikim nakim xhewamin nayê

Hewar dayê ev çi ware
Ne rojeke ne yek care
Li mazlûma rê digire
Ji xayina re wek yare

Carna dikevim pir bê halim
Li wir xortbûm li vir kalim
Liderê xelkê li ser rêya
Pexwas mame bê şekalim

Ezê bêm wan çol û çiya
Bigherim li nav gund û giya
Bidestê dayika xwe bigirim
Emê herin nav zevîya

Ev dilêmin bes naliya
Hendik maye bikeve rêya
Gava hesret ser hilbide
Ew narêne li behr û çiya

Ne tirs dayê ezê werim
Li wî warî ezê vegerim
Bi gul û sosinên çiya
Lider û dorê te bigerim

Lê lê dayê roj li min tenge
Havîn çû payîz bê denge
Şahîya dlêmin qediya
Hatina min ne derenge

Mehmet Selami Demir
Kayıt Tarihi : 31.5.2014 23:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Selami Demir