Lelê daxwaziyên min hene,
Daxwaziya min pir zelal e,
Wek ronahiya nav çavan e!
Wek ava çem û kaniyan e.
Lelê daxwaziyên min hene,
Ew pir xweş, ew pir şirîn e,
Wek şîrê di nav memikan e!
Wek kenê ber hemî lêvan e.
Pîrikê xwestinên min hene,
Yek gulên ser wan daran e,
Yek dengê berx û karan e;
Ya din jî axa welatê min e!
Lelê ez bengîn û ewîndar im
Ez dilevîn, dilketiyê welêt im
Şefeqa serê sibehan tim geş e
Ez her tim hêvîdarê roja gelan im
Xwestinên min ew xwestin in,
Rûmet, rizgarî û azadîya me!
Kesk, sor, zer her sê jî rengên me,
Yek alaya me ya din jî welatê me!
01.02.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 3.2.2009 10:54:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2009/02/03/daxwaziyen-min.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!