Daxwazî Şiiri - Murat Karacuban

Murat Karacuban
210

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Daxwazî

daxwazek min heye
gelo kî dikare bi cîh bîne
kî dikare wê daxwazîya min
kî dikare wê xwestina min
bi kêmasî cîh bîne

zarokatîya min
dema buyîna ji dayîkê
qîjandina min razana min
gû berdana min û mîtina berê dayîkê
kişandina min li ser destan çuyîna min
çis kirina min û guhdarkirina -strana çiskirîyê-
bi alikirina dayîkê an jî a xûşkê û bira û carnan jî bi a bavê
diwar diwar girtin û çuyîna min
lê hêdî hêdî bi tenê bi ser lingan ketina mindu gav avetin û vetewişana min
qerîna min
û qêrîna kû dê ji ber nanê sêlê radike
av jî li ber nizam çi karî bi lez û bez hatina ba min
lîstika min kû bi hevalan ra
pevçûna min kû bi zarokan ra
suketina min a kû bi gave kî ra
qîrin û nalîna min a bi haşkirina şekire kî

gelo kî dikare bi şunda bîne
lîstika min a bi ser sergûyan
nanê minê kû dest min da
carnan dibu para sê yan an jî a dîk û mirîşkan
tazîbuna min û xasîbuna min
lê çilmê minê kû qet nedihat seknandinî...
lê destmala min a bi huçikên min ve

lê bê xem bê keser bê dilêş
her tişt hebu lê her çiqas tû tişt tunebû jî
xwemnên min xweşbun
xemnên min neşkestîbun
ne tenê ji min re bun ji her kêsî re bes bun
lê kû qasî kesên min nasdikirin
min wer dizani bu ku
dinya tiştê kû li ber çavên min bu
bi min dinya gundêmin û der û dorê bun
ezman li ser çîyayên gundême bun
lê kî biçuya li ser lê wî dikarîbu dest bavitayê
ezman û heyv tim li du min bun
dema kû baranê vedikir çavên me tirîja li heft rengî bu
me wer dizanî bu kû
ki li bin va here mêr be dibe jin jin be jî dibe mêr
xeyalên me hebun
mîna kaxezek spî qet tu tiçt lê natibun nivîsandin
ramanên me zelal bun

li ba mezinan me qet tû tişt nedizanîbu
gavak me dixwest em jî tiştekê bêjin
lê pêşî li me dahat girêdan û aha ji mere digotin
-den neke gava tu deng bikî wê dengê devan were-
wê gavê te cigera hirçê jî di dilêmekirana bê fêde bu
em hê veneditewîşîyan li cîhanê bona jîyanê
her tişt a me bu
me wer dizanîbu kû pêşeroj bin destên me dabun
her tişt a me bu
me dikarîbu ramanên xwe bi dest xwe bihiştana
na na lê ne wer bu
qet tu tişt di destên meda tunebun
em bi mezinan ra girêdayîbun
hefsarê me di dest wan dabun
lê me nedizanîbu kû hefsarê wan di destê kê da ye
ji me zêtir me ew dizanîbun
lê her çiqas jî em li du wan bun lê em bi xwe re bun
her tişt ji me re ew gav bu
dema me ew gav bu siba me tune bu
hesretên me ji me re xweş dihatin
lê hine kî şor bun lê ê me bun
carnan me dilê sar dida dê an jî bavê
lê ji wan tim dilê germ û xweş bersiv bu

dilê me piçuk bu lê hêvîyên me mezin bun
her derê baran bu lê li ba me tim tav bu
lê dinya fere bu
lê her çiqas dinya tenê gundê me bu jî
lê bes bu fere bu

belê kî dikare van derbazîyê min şûnda bîne
kî bi xwe bawer e
gelo ew camêrê kû dibê ez heme
ew kî ye..............

Murat Karacuban
Kayıt Tarihi : 13.12.2009 21:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Murat Karacuban