Dapîrêêê Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Dapîrêêê

DAPÎRÊÊÊ
Bêjin gulîno çi ye mirin
De ka bersiva min bidin
Qulingê li ser dîwarê zindana min
Çima mirin dibin para min
Û çima dapîra min diçe riyên direj û dûr
Pêşî rê li ber mişextê te vekir Her çûyinek mirovan davêje tenişta kolanên bê te
Bi firinên te min guh da şevbûherkên xapînok
Û ez ketim tentêla zindanan
Derekeyên pêsindar ez ajotim qirexê xiyanetê
Bêje de ka bêje quligê çiyayê Kolik
Di demsala du hezar û dozdeyan
Di demsala havînê de Di dawiya meha tirmehê de
Di hênkaya sibehê de Mirina dapîra min çewa çê bû Te çawa ew ji axa germ Bir axa sor
Gelo tinebû li te hekîm û lokman
Ji koma bawiyan tawiyan û merezdariyan re Dapîrêê
Şakiro dengbêjê te bû Zahiro kilambêjê te
Feqiyê Teyran helbestvanê kul û êşa te bû Lê helbesta xweştir dapîrooo
Piştî te herambin li vê cîhane Bi çûyîna te wan êşiya 46
Dêrsim û Amed giriya Lê êşa mezintir çemê Dicle herikiya
Êşa mezintir hê nehatiye kişandin
Hey rîsipiyê axîn û şevê
Hey hevala Şakîre
Hey kembervanê dahla
Lê dapîrê li ser kaniya meskengirtî
Kî ye siwarê Bayê Felekê Kî ye neyarê qewmê kewê
Kî ye xwediyê kuştin û hiştinê
Lawê Zînê şêrê Mem Ji bo te dinivîsim çîrokan
Ew ronahiya şewqa te Ew çirûska ronahiya tava dilê te
Bendewarê kenê çavê me
Lê mirin îro pariya xopana Gubîne ye
Mirin li derê malê ye
Mirin li benda te ye
Xwedaaa Xwedêêê
Ev çi xezeb e Xwedê Ev çi zilmeke bê îman e Xwedê
Ev çi êşeke kambax e Xwedê
Ev zilma te bi me daye kişandin
Ne tê zar ne tê ziman
Te kezep li me kir pirpara newalan
Te ez kerr kirim ji guhan
Te ez lal kirim ji devan
Meke Xwedê meke
Dinyê li dayika min xera meke Dapîra min ji axê meke

Ji mizareşê can meke
Gelo ez bê dapîr dibim nevî
Min pirsî ji xalan Min pirsî ji xaltiyan
Min pirsî ji genimê simbil Min pirsi ji gula bilbil
Naa gotin naa
Naa gotin na Min pirsî ji kitêbên qedim
Min pirsî ji pêxemberên nûranî
Na gotin na Naa gotin na Dapîrika min bê te
Şakîre ji kenê te Lalîxane ji bo navê te Memyan e qurbana te Dayê îro firtoneya min û te ye
De bêje strana dilê şikestî Binuhurîne belengaziya qewmê Elikan Bistrêne çîroka bavê neh berxan Bilorîne awazên ji gola xwînê Bêje dayê strana xwe bêje
Bila dengê te ji axîna dilê min be
Bila hestirê te ji dilopa xwîna min be
Bila jana te ji derdê zindana min be

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:46:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul