Daê Rebenê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2544

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Daê Rebenê

Ax li min wax li min dil min birîne
Daê derdê min jî zehf min dêşîne
Tu werê dayikê lê were ba min
Bê te roj xweş nîne bo min zarîne

Roj tim zorê dide min dihêrîne
Ji dil xwîn dikişe tas bi çemane
Dayikê rebenim ji dert û kulan
Lê ev bêrîtiye can dihelîne

Daê eze qurbanê derdê min kûrin
Hemû qem xwîşk û biran min dûrin
Bi xem û keserin nav dilê min jî
Tim nav dilê min de kêr û gîzanin

Daê ez digîrim bo min zarîne
Xeribî -bêkesî cem min axîne
Ji te dûrim rebenê dem min yemane
War dûre rê mije her der dûmane

Oy ser min barane geh jî şîvane
Derde ez dimirim zehf jî girane
Lê daê rebenê û min nalîn e
Zelûlî-tengasî tim jî pir zore

14.12.2012
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.12.2012 18:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu