Daê megrî,daê êdî tu dilê me neşewitine,
Rondikan nebarîne bi ser dêmê xwen de,
Ser sûretê xwen ê qemer û reng genim de,
Rêjing û rêjing li pêl û li pêl neherikîne!
Daê megrî daê megrî bi em nebelengaz in!
Daê me xemgîn neke û xwe jî melûl melûl,
Bi kamuranî û bextiyarî jî li wê roja me re;
Roj jî roja çikirina dîwarê serxwebûna meye,
Daê megrî megrî lê eta me û pîrikê tu megrî,
Îro me re serfirazî,serbilindî û serxwebûn e,
Em leheng û şêrên hemberê zordestanan ne,
Me zincîrên zordestyê a koletiyê jî qetand!
Daê megri kotek û zordestî li ser me neman!
Serê gelên me jî neberjire û wek berê bilind e,
Daê megrî, her qunçê welatê me tim bihuşte! !
Em camêrin em mîrovin,welatê me pir şêrîne.
Daê megrî îro serîhildan û dijrabûna me Kurdan e,
Ev serîhildan me ya bîst nehemîn a zehf girane!
Qad jî li me firenin,jin û mêran ve em şervan in,
Çiyan û banî me re mal û war,kend jî bûn wargeh.
Daê megri megrî îro me re serketin û erfirazîye
Dem jî dema gelan û şoreşanan,heval û hogirane,
Daê heval rabûn çûn ser çiyanan,nav beybanan!
Firset nadin dijminan,neyaran,qelaşan û xinizan.
Daê daê daîka me îro şabûn me hemû Kurdan e,
Keç û xortênme jî dest bi destan û mi milannin!
Hewldanî,têkoşerî,berxwedan hemû jî li me erke
Me koma xwe geşkir êdî civakparêzî jî li me şerte.
22.02.2009
Yildirim
Kayıt Tarihi : 22.2.2009 22:03:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!