Ji min re ma kul û derdê girane
Mîna keser û xema bêkesane
Dem jî min re keder û nexweşî ye
Wek koçberîya gelê me Kurdane
Li min re tengasî ye û qirîne
Dil û kezeba min de kûr birîne
Ji min re çare tune, hekîm tune
Zeman jî li min re rondik, girîne
Ax bedena min hiştin pêş çiyane
Derba min jî bi xencer û kêrane
Ez bimirim, welat me pir şirîne
Di nav de bêhna gul û gulpikane
Bi xem û bi kesera min bihêlin
Destê min bigirin min vir nehêlin
Destmala min, bi xwîna min gevez bû
Kêzikan dor min girtin pêl û pêlin
Rojane, goştê canê min dihêrin
Ez ber mirinê me, welat binêrin
Dayîka min negirî, nelorîne
Heval û hogirên min hemû şêrin
Mehmet Çobanoglu
10.01.2020
Stanbol
Kayıt Tarihi : 10.1.2020 16:16:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!