Çûkên Koçber Şiiri - Timur Üzel 2

Timur Üzel 2
14

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Çûkên Koçber

Dûrketinek bê xatirxwestin li ber guhê min dixin çûkên koçber.
Li ser asîman çend sitêrkên bê ronahî.
Hîv îro ne bi bûkanî ye.
Di destmala min de çend hêstirên sêwî.
Bû çil sal ku ziwa nebûn.
Îro Ji dahatûya xwe re xemgînim.
Eva çend sal burî ku me dev ji hêlînan germ û bêxem berdaye.
Dûrketin ne tenê bilaş pêk tê.
Hin dûrketinên bidil hene ku ti çûyin nagihijinê.

Rêyek ji tilîyên min de ber bi goristanan dirêj dibe.
Her wek melayekî telqîna xwe li ber serê gora xwe dixwîne.
Xelalkirina xwe dixwaze ji hemû mirîyên ku bi destê wî hatine şûştin.

Di qebrek tarîde bûkek bi kefenê xwera dipeyve.
Xizkirinek bê wext liser kilêkên wê hatîye xêzkirin.
Ew ayeta ku ji nav sînga Muhammed derketî tê ser zimanên kulîlkan û şîn dibe.
Kulîlk seri radikin ji axê.
Di koka wande qala her çar misxevên Xwedê.

Timur Üzel 2
Kayıt Tarihi : 28.6.2025 14:50:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!